• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2 hezar û 898an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2898an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 44 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  141 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2898an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 44  hezar û 606 kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir