Li dijî keysperestên Coronavîrusê operasyon: 160 kes hat binçavkirin
Di operasyonên ku ji teref polêsan ve li dijî keysperestên Coronavîrusê hat lidarxistin de 160 kes hat binçavkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji teref Serokatîya Daîreya Micadeleya Bi Sûcên Organîze û Qaçaxvanîyê ya Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê ve li dijî wan kesên ku micadeleya bi Coronavîrusê re ji xwe re kirin fersend û malên di destên xwe de bi bûhayeke zêde difiroşin operasyon hatin lidarxistin.
Di encama 105 operasyonên ku di navbera 09-28ê Adarê de li 30 bajarî hatin lidarxistin de gelek zêde maske, dezenfektan, lepik, kolonya, îzopropîl, maddeya kîmyasal û qumaşa ku jê maske tê çêkirin hat bidestxistin û 160 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)