Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê mirin derket li ser 34 hezarî
Heta niha li tevahîya cîhanê bi zêdetirî 720 hezar kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin ku di vê pêvajoyê de zêdetirî 34 hezarî ji ber vîrusê mirin.
Coronanavîrus’a ku li Wuhana Çînê derket holê û tesîra xwe li temamê cîhanê nîşan da her ku diçe dibe sedema mirinên zêdetir.
Ji ber ku şoba Coronavîrusê li temamê cîhanê tesîr kir Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê şobê wel “Pandemî” wesfand.
Coronavîrus di warê pêketîyan de heta niha bi rêzê li Amerîka, îtalya, Çîn, Îspanya, Almanya,Fransa û Îranê xwe nîşan da.(ÎLKHA)