Li 8 bajaran 13 gund hatin xistin karantînayê
Li tevahîya Tirkîyê ji ber Coronavîrusa ku her ku diçe belav dibe gelek gund hatin xistin bin karantînayê.
Derbarê gundên ku hatin xistin karantînayê de ji teref Walîtîyên bajaran ve daxuyanî hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîyên ku hatine belavkirin ji ber Coronavîrusê; li gundê Maltapeya Çana navçeya Çanakkaleyê, li gundên Akıncılar/Şenbağlar; Koyulhisar/Boyalı ve Dilekli; Suşehri/Boyalıca û Gökçekaşa Sîwasê, li Karadîkmene girêdayê Çamoluka navçeya Gîresunê, li Aliöza girêdayê Çerkeşa navçeya Çankiriyê, li Yeşildereya Kutahyayê, li Yukari Kularcaya gundê Şîrana Gumuşhanê, li Derbenta Yozgatê û li li Egnira Arapgirê û Ilicaya Darendeya Malatyayê karantîna hat destpêkirin.(ÎLKHA)