Li Filistînê hejmara pêketîyên Coronavîrus’ê derket 106 kesan
Muhammed Îştîyyeyê Serokwezîrê Hikûmeta Filistînê yê li Ramallahê destnîşan kir li el-Xelîl û Kutnayê bi 2 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin ku hejmara pêketîyên Coronavîrus’ê derket 106 kesan.
Îşttîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di wexteke ku lê şoba gerdûnî hakim e de em hewl didin kîtên testan û cîhanê hilmijê tedarik bikin. Em ê 51 doktorên nû ji ber vê şobê îstîhdam bikin.”
Îşttîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ji sedî 50yê budçeya dewletê ji bo micadeleya şobê veqetandine ku ev kêm e û ji bo vê yekê pêdivî bi 120 milyon dolaran heye.(ÎLKHA)