• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2 hezar û 517an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2517an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 35 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  139 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2517an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  35 hezar û 408 kesan.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir