• DOLAR 32.455
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2439.89
  • ...
Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2 hezar û 378an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2378an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 32 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  144 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2378an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket   32 hezar 332 kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir