Market dê bênavber xizmetê bidin
Serokê Lijneya Birêveberîya Komeleya Perakendevanên Xurekê Galîp Aykaç destnîşan kir marketên ku endamên komeleyên wan bin dê di navbera seat 10.00-20.00an de xizmetê bidin.
![Market dê bênavber xizmetê bidin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/mvXr7BqY3_7DH-hXtdF-qS1jQ-I=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/13/market-de-benavber-xizmete-bidin-65921cce.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Aykaç di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji ber teleba xelkê bê biryarê dane û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me qerar da ku marketên ku endamên me ne 7 rojên heftîyê di navbera seat 10.00-20.00an de xizmetê bidin. Me çûyîn û hatina personelên marketê, qelebalixa dê di marketan kom bibin, pêvajoya tedarikkirina berheman û tenduristîya di nava marketan de li ber çavan girt û vê qerarê da. Em bawer dikin ku ew ê muşterî bes ji bo pêdivîyên xwe di navbera van seatan de derkevin derve û wekî di mala xwe de bimînin.”(ÎLKHA)