• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Wezîr Çavuşoglu: Li derveyî welêt 32 welatîyên me ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya derheqê rojevê de belav kir de derheqê welatîyên Tirkîyê yên ku li derveyî welêt ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan de nirxandinan kir.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku da destnîşan kir “Em ji bo xizmeta herî baş a ji bo welatîyên xwe yên li derveyî welêt xebatên xwe didomînin. Me bi talîmata Serokomarê me dest bi xebatan kir. Bi 11 seferên ku hatin kirin 2 hezar û 721 xwendekarên ku li derveyî welêt dixwandin hatin anîn û di yurdan de hatin bicîkirin û niha di karantînayê de ne. Li derveyî welêt 32 welatîyên me ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan. Hinek welatîyên me xwestin ku cezaneyên xwe bînin Tirkîyê em desteke lazim didin wan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir