Erdogan dê bi vîdeo konferansê beşdarî Zîrveya Awarte ya Lîderên G20an bibe
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro di seat 15.00an de dê bi vîdeo konferansê beşdarî Zîrveya Awarte ya Lîderên G20an a ku ji bo Coronavîrusê bê tertîpkirin bibe.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Ragihandinê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşan kir ew ê Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Malîye û Xazînê û çend kesên din jî digel Erdoganî beşdarî lûtkeyê bibin.(ÎLKHA)