Derîyê Sînor a Kapikoy Karahudut a li Wanê ji têketin û derketina rêwîyan re hat girtin
Têketin û derketinên rêwîyan a ji Derîyê Sînor Kapikoy Karahudut a li Wanê ji doh êvarî ji nîvê şevê pêve hatin rawestandin.
![Derîyê Sînor a Kapikoy Karahudut a li Wanê ji têketin û derketina rêwîyan re hat girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/CBVKbY39ej6xWNnYaL6ZhC2a1VM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/13/deriye-sinor-a-kapikoy-karahudut-a-li-wane-ji-teketin-u-derketina-rewiyan-re-hat-girtin-b7d56b2d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji ber Coronavîrusa ku li Îranê her ku diçe belav dibe û tesîra xwe zêde dike têketin û derketina rêwîyan a ji Derîyê Sînor Kapikoy Karahudutê ji bo demekê hatin rawestandin.(ÎLKHA)