Li Azerbaycanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 76 kesan
Di daxuyanîya ku ji teref Baregaha Operasyona Micadeleya Li Dijî Coronavîrusê ya ku girêdayê Lijneya Wezîran a Azerbaycanê ye ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi 15 kesên din re jî Covid-19 hat tespîtkirin.
Li Azerbaycanê niha 2 hezar û 126 kes di bin karantînayê de ne. Heta îro kesek ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest da û hejmara kesên ku bo vîrusê ketine derket 76 kesan.(ÎLKHA)