Weqfa Kerwana Umudê û a Yetîman ji welatîyên ku emrê wan 65an derbas bûye re alîkarî kirin
Li Çinara navçeya Diyarbekirê ji wan welatîyên ku emrê wan 65 salan derbas bûye re û nikarin ji malên xwe derkevin derve re alîkarî hat kirin.
Dildarên weqfê piştî ku ji ber corona vîrusê tedbîrên xwe standin re mal bi mal gerîyan û ji wan welatîyên ku emrê wan zêdetirî 65 salan e re alîkarîya erzaqê kirin.
Welatîyên extîyar ên ku ji ber corona vîrusê nikarin derkevin derve ji wan dildarên weqfê yên ku ji wan re alîkarî anîn re teşekkur kirin.(ÎLKHA)