• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin 16 hezaran derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mirinên herî zêde yên ji ber corona vîrusê  li Îtalyayê pêk hatin. Li Îtalyayê heta niha 6 hezar û 77 kes ji ber corona vîrusê mirin.

Li îspanyaya ku corona vîrusê lê herî zêde belav bûye jî heta niha 2 hezar û 207 kes mirin.

Hat daxuyandin li Amerîkayê jî heta niha bi 44 hezar kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.

Serokomarê Afrîkaya Başûr ji ber corona vîrusê li welêt heta 21 rojan derketina derve qedexe kir.

Endamê Komîteya Olîmpîyatên Navneteweyî Dîck Pound destnîşan kir ew ê Lîstikên Olîmpîyatan a 2020an a Tokyoyê dê ji ber corona vîrusê bên taloqkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir