Li Îspanyayê di rojekê 394 kes ji ber corona vîrusê mirin
Li Îspnayayê heta niha nêzî 29 hezar kes bi corona vîrusê ketin û bi mirina 394 kesan hejmara mirîyan derket hezar û 720 kesan.
Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 394 kesên din jî ji ber corona vîrusê mirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Hejmara kesên ku bi corona vîrusê ketin derket 28 hezar û 500 kesan û bi mirina 394 kesan hejmara mirîyan derket hezar û 720kesan.”(ÎLKHA)