Li Îngîltere ew ê ji ber corona vîrusê alîkarîya maaşê bê kirin
Li Îngîlterê ew ê ji kesên ku ji ber corona vîrusê nikarin biçin karê xwe re ji sedî 80 alîkarîya maaş bê kirin.
Wezîrê Malîyê yê Îngîlterê Rîshî Sunak tedbîrên ku di bergeha micadeleya li dijî corona vîrusê hatin standin bi raya giştî re parve kir.
Sunak di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Ew ê ji sedî 80yê meaşê wan kesên ku ji ber corona vîrusê nikarin biçin karên xwe ji teref hikûmetê ve bê dayîn.Ew ê ev yek di destpêkê de heta 3 mehan berdewam bike û ger pêwîst be ew ê ev yekê bê dirêjkirin.”(ÎLKHA)