Li Amerîkayê ji ber corona vîrusê 210 kes kirin û zêdetirî 14 hezar kes jî bi vîrusê ketin
Corona vîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û li Amerîkayê heta niha zêdetirî bi 14 hezar kesan re hat tespîtkirin bû sedema mirina 210 kesan.
Corona vîrusa ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve wek şoba gerdûnî tê qebûlkirin her ku diçe gefê li dinyayê dixwe.
Ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve daneyên dawî yên mirinên ku corona vîrus ji wan re bûye sedam hatin belavkirin.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin hejmara kesên pê ketî di 24 seatên dawî de 3 hezar û 567 kes zêde bû û derket 14 hezar û 322 kesan û hejmara mirîyan jî derket 210 kesan.(ÎLKHA)