Li Diyarbekirê 378 kîlo esrar hat bidestxistin
Di operasyona ku li Licêya Diyarbekirê li dijî PKKê hat lidarxistin de 10 penageh hatin îmhakirin û 378 kîlo esrar hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, di bergeha operasyona “Kapan-6” a ku li dijî PKKê tê lidarxistin de li çoltera Licêya Diyarbekirê 10 penageh hatin îmhakirin û 378 kîlo esrar hat bidestxistin.(ÎLKHA)