Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 1809an
Hat ragihandin li îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 1809an û heta niha zêdetirî 15 hezar kesan re coronavîrus hat tespîtkirin.
Midûrê Giştî yê Parastina Sîwîlan Angelo Borrellî derbarê coronavîrusa ku li Îtalyayê tesîra xwe zêde dike de daxuyanîyek belav kir.
Borelî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 368 kesên din jî ji ber coronavîrusê mirin û dû re wiha destnîşan kir: “Heta niha zêdetirî 15 hezar kesan re coronavîrusê ketine û hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan jî derket 1809an kesan.(ÎLKHA)