Li Amerîkayê ji ber corona vîrusê rewşa acîl hat îlankirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ew ji ber şoba corona vîrusê li temamê welêt rewşa acîl îlan kirine.
Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji bo micadeleya li dijî corona vîrusê 50 milyar dolar butçe veqetandine.
Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew bi vê îlana plana rewşa acîl, li nexweşxaneyan sînordarkirina cihên razanê rakirine û ew ê bi avayî karibin li zêdetir kesên nexweş mêze bikin.(ÎLKHA)