Li Qatarê bi 58 kesên din re jî corona vîrus hat tespîtkirin
Digel hejmarên dawî yên ku hatin tespîtkirin hejmara kesên ku li Qatarê bi corona vîrusê ketine derket 320î.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Qatarê ve daxuyanîyek hat belavkirin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, bi 58 kesên din re jî corona vîrus hatiye tespîtkirin ku ji van 54 kes bi wan kesên din re bi şiklekî têketine têkilîyê û 4 kesên din jî li derveyî welêt bi corona vîrusê ketine.(ÎLKHA)