Li Fransayê mekteb û zanîngeh ji ber corona vîrusê hatin tatîlkirin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir li tevahîya welêt ji roja duşemê pêve temamê mekteb, kreş û zanîngeha ji ber ber coronavîrusê bên tatîlkirinç
Macron di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir şoba ku niha derketiye holê di sedsala dawî de şoba herî mezin a ku hatiye dîtin e.
Li Fransayê ji ber corona vîrusê hejmara kesên ku mirin derket 61 kesan û heta niha bi 2 hezar û 876 kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)