Li Bidlîsê 10 kîlo eroîn hat bidestxistin
Di encama operasyona hevpar a ku ji teref polêsên Bidlîs û Colemêrgê ve hat lidarxistin de 10 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bidlîsê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama lêgerîna ku di 10ê adarê de li Tatwanê di wesayîtekê de hat kirin de 10 kîlo eroîn hat bidestxistin û kesekî bi navê Z.Y. yê ku eleqeya wî bi bûyerê hebû hat bniçavkirin.(ÎLKHA)