Li Îngîlterê wezîra ku ji ewlehîya nexweşan berpirsîyar e bi corona vîrusê ket
Wezîr Nadine Dorriesa ku hat tespîtkirin pê re corona vîrus heye heftîya borî di parlementoya Îngîlîzan de bi sedan parlementeran re hatibû ba hev.
Dorrîes di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Ez dikarim bibêjim ku testa min a ku ji bo corona vîrusê hat kirin pozîtîf derket.Ji gava ku ji min re gotin vir ve min temamê tedbîran stand û niha ez di mal de me.”
Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Îngîlterê destnîşan kiribû heta niha 382 kes bi corona vîrus ketin û 6 kes jî mirin.(ÎLKHA)