Hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 4 hezar û 12 kesan
Li tevahîya cîhanê ji ber corona vîrusê 4 hezar û 12 kes mirin û bi 113 hezar û 603 kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber corona vîrusê li Îtalyayê di rojeke dawî de 97 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan li Îtalyayê derket 463 kesan.
Ji ber corona vîrusê bajara Çabahara Îranê hat xistin karantînayê. Tê diyarkirin Siûd seferên bi 5 welatan re ji ber corona vîrusê da sekinandin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Wezîrê Çandê yê Fransayê Franck Rîester jî bi corona vîrusê ket.(ÎLKHA)