• DOLAR 34.567
  • EURO 36.267
  • ALTIN 2917.754
  • ...
Ji ber corona vîrusê temamê Îtalyayê hat xistin karantînayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, destnîşan kir ew ê tedbîrên ku ji bo corona vîrusê hatine standin li temamê welêt bidin sepandin û dû re wiha got “Em temamê welêt wek herêma sor îlan dikin.”

Conte di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Ji bilî derketinên bi destûr û problemên tenduristî dê ji tu derketinên din re destûr neyê dayîn.”

Ew ê li Îtalyayê zanîngeh jî di nav de temamê mekteban heta 3yê Nîsanê bên girtin û dê perwerdehî neyê dayîn.

Her wisa musabaqayên sporê jî heta 3yê Nîsanê hatin sekinandin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir