Osman Kavala ji sûcê “sîxurtîyê” hat tewqîfkirin
Osman Kavalayê ku di bergeha lêpirsîna ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hat destpêkirin de sewqî mehkemê hat kirin, ji sûcê “sîxurtîyê” hat tewqîfkirin.
Di doza ku hat dîtin de lijneya mehkemê derheqê Osman Kavala de qerara xwe da. Mehkeme di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de derheqê Osman Kavala de ji ber sûcên “teşebûsa xerakirina nîzama makeqanûnê” û “casûstîya siyasî û leşkerî” qerara tewqîfkirinê da.(ÎLKHA)