Corona vîrus ji Îtalyayê belavî Ewrûpayê dibe
Corona vîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî cîhanî bû bû sedem ku heta îro zêdetirî 3 hezar kes canê xwe ji dest bibin ku piştî Çînê mirinên herî zêde li Îtalyayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 197an.Li Îspanya û Fransayê jî hejmara mirîyan zêde dibe.
Midûrê Parastina Sîwîl ê Îtalyayê Angelo Borrellî derheqê corona vîrusê de agahîyên dawî parve kir.
Borrellî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha 4 hezar û 636 kes bi coronavîrusê ketin û di van rojên dawî de 49 kesên din ji ber corona vîrusê mirin û van mirinên dawî hejmara mirîya derket 197an.
Heta îro ji ber coronavîrusê li Îspanyayê 6 kes, li Fransayê 9 kes mirin.(ÎLKHA)