Erdogan bi Serokwezîrê Hirvatistanê re hevdîtin kir
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê bi Serokwezîrê Hirvartistanê Andrej Plenkovic re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên li Îdlîbê,meseleya penaberan û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir Yekîtîya Ewrûpayê di warê penaberên ku koçî Ewrûpayê dikin de mecbûr e ku riayetî berpirsiyarîyên navneteweyî bike û dû re wiha got “Bi girtina sînoran Ewrûpa nikare wê mesûlîyeta ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de derdikeve holê ji ser milên xwe bavêje.”(ÎLKHA)