NY: Di 6 salên dawî de 20 hezar penaber di Behra Spî de canê xwe ji dest da
Organîzasyona Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir; ji sala 2014an vir ve 20 hezar penaberên ku hewl didan Behra Spî derbas bibin canê xwe ji dest dan.
![NY: Di 6 salên dawî de 20 hezar penaber di Behra Spî de canê xwe ji dest da](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/j_VO8RMRwFphVe0TEnSt8XiEYF8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/10/ny-di-6-salen-dawi-de-20-hezar-penaber-di-behra-spi-de-cane-xwe-ji-dest-da-ff5afdaf.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Berdevkê Organîzasyonê Paul Dîllon derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Dîllon di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir digel 91 kesên ku di behrê de xeniqîn û hêj ceseda wan nehatiye dîtin hejmara penaberên ku ji sala 2014an vir ve di Behra Spî de canê xwe ji dest dane derket 20 hezaran.(ÎLKHA)