Li Efxanistanê êrîşa çekdarî û bombeyî hat lidarxistin: 27 mirî
Hat diyarkirin rewşa Abdullah Abdullahê namzedê Serokortîyê baş e.
Li Kabîla paytexta Efxanistanê ji ber salvegera 25emîn a mirina Abdulaî Mezarîyê ji rêberên Şîî Hazarayê merasîm dihat lidarxistin. Êrîşa bombeyî û çekdarî li vê merasîmê hat lidarxistin.
Serokkomarê berê Hamîd Karzaî, Serokê Heyeta Îcrayê yê Efxanistanê Abdullah Abdullah û gelek rayedarên payebilind jî tevlî bernameya ku êrîş lê hatibû kirin bûbûn.
Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 27 kes canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)