Mîrê Qatarê dê ji bo qurbanîyên şewata en-Nuseyrat 2 milyon dolar alîkarî bike
Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî piştî şewata ku li kampa en-Nuseyratê pêk hat re bi Mîrê Qatarê Şêx Temîm b. Hamed re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku li ser telefonê hat kiri de Henîyye ji Mîrê Qatarê re got ku ji ber şewata ku pêk hat zirareke mezin pêk hat û şehîd û birîndarên wan hene.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat belavkirin Mîrê Qatarê ji Henîyye re teşekkur kir û destnîşan kir ew ê ji bo qurbanîyên şewata en-Nuseyrat 2 milyon dolar alîkarî bike.
Henîyye ji ber alîkarîya ku dê bê kirin ji Mîrê Qatarê Şêx Temîm b. Hamed re teşekkur kir.
Di encama şewata ku li kampa en-Nuseyratê derket de 4 jê zarok, 3 jê pîrek tevde 10 kes canê xwe ji dest dan û 14 jê giran 57 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)