Ayetullah Xamaneî: Birêveberîya Hindistanê divê li dijî Hinduyên radîkal bisekine
Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayettullah Seyyîd Elî Xameneî ji qetilkirina Mislimanên Hindistanî re bertek nîşan da û destnîşan kir; divê dewleta Hindistanê li dijî Hinduyên radîkal bisekine.
Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Ji ber ku Mislimanên Hindistanî hatin qetilkirin dilê temamê Mislimanan êşîya. Birêveberîya Hindistanê divê li dijî Hinduyên radîkal û partîyên ku destekên didin wan bisekine û divê kuştina Mislimanan birawestîne.”(ÎLKHA)