• DOLAR 32.806
  • EURO 35.133
  • ALTIN 2451.552
  • ...
Li 2 parêzgehên Îranê ji ber coronavîrusê têketin û derketin hatin qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî Çîn û Îtalyayê welatê ku coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan daye Îran e. Li Îranê heta îro 107 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 3513 kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê di daxuyanîya xwe ya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ku coronavîrus li tevahîya Îranê belav bûye.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê ji bo zêdetir belavbûna coronavîrusê bê astengkirin têketin û derketina parêzgehên Mazenderan û Gîlanê hat qedexekirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir