Henîyye: “Di vê qonaxê de yekîtîya neteweyî pir lazim û muhîm e”
Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî destnîşan kir yekîtîya neteweyî ya Filistînê tercîheke stratejîk û lazim e.
![Henîyye: “Di vê qonaxê de yekîtîya neteweyî pir lazim û muhîm e”](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/TTJZ9UpxDo11OzORO7nh4kXdT3k=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/10/heniyye-di-ve-qonaxe-de-yekitiya-neteweyi-pir-lazim-u-muhim-e-0b1b97fa.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê bi kêfxweşî Abbas pêşîwaz bikin û ew ji bo hevdîtina bi wî re amade ne. Henîyye dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Heta ku yekîtîya fikra neteweyî neyê sazkirin ew ê siyonîst her roj êrîş li axên Filistînîyan û gelê Filistînê bikin.”
Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir projeya “Peymana Sedsalê” ji bo meseleya Filistînê xetereyeke mezin e.(ÎLKHA)