• DOLAR 32.482
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2440.958
  • ...
Esad berîya hevdîtina Erdogan-Putîn daxuyanî da: “Bi Tirkîyê re dijmintîya me tune ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo  geşedanên dawî yên li Sûrîyê bên nirxandin dê îro Erdogan biçe Rûsyayê û ew ê di bi Putîn re hevdîtinekê bike.

Berîya vê hevdîtina ku dê îro bê kirin Esed ji televîzyona Russîa 24 re daxuyanî da.

Esed di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir di navbera Tirkîye û Sûrîyê de têkilîyeke dîrokî heye û di navbera Sûrîye û Tirkîyê de dijmintî tune ye. Esed dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di navbera Sûrîye û Tirkîyê de dijmintî tune ye. Sûrîye ji Tirkîyê re dijmintî nekir û lihevnekirinên heyî  bêmantiq in. Gelekên xalên me yên hevpar bi Tirkîyê re hene. Di navbera çandên me de têkilîyeke dîrokî heye.”

Esed di berdewama daxuyanîya xwe de wisa pê de çû: “Elbet dema ku em qala Tirkan dikin weke qala gelekî bira dikin. Niha ez ji gelê Tirk dipirsim; Çi derdê we bi Sûrîyê re heye? Problemeke we çawa bi Sûrîyê re heye ku welatîyên we yên Tirk di oxira wê de mecbûr dimînin ku can bidin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir