Amerîkaya îşxalker êrîşî Talîbanê kir
Roja şemîyê di navbera Talîban û Amerîkaya îşxalker de peymana aştîyê hatibû îmzekirin ku ji wê rojê vir ve êrîşa ewil e ku li Talîbanê hatiye kirin e.
Berdevkê Amerîkaya îşxalker ê Efxanistanê Sonny Leggett derbarê mijarê de ji ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Sonny di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew li hember Talîbanê êrîşeke asîmanî li dar xistine.
Berdevk di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ji bo pêşîya wan êrîşên ku dê li xalên kontrolê yên di bin kontrola Artêşa Efxanistanê de ne bê kirin bigirin vê êrşê li dar xistine.(ÎLKHA)