• DOLAR 32.273
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2400.704
  • ...
Weqfa Yetîman û Kerwana Umudê kêfa malbatên êtîm û zarokan anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi hezaran zêc û zarok, pîrek û zilam ji ber êrîş û bomberana ku li Îdlîbê tê kirin ji naçarî berê xwe didin herêma li ber sînora Tirkîyê û di nav şert û mercên giran de hewl didin bijîn.

Weqfa Yetîman û Kerwana Umudê li herêma ku lê penaber kon vedane xebatên alîkarîyê kirin û kêfa zarokên yetîm û malbatan anîn.

Endamê Dildar ê Weqfa Yetîman Abdurrahîm Karadenîz di daxuyanîya xwe ya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir bi milyonan Îdlîbî di konbajêran de hewl didin bijîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weqfa Yetîman a ku navenda wê li DIyarbekirê ye nêzî 2 TIR alîkarîyên ku tê de cil û berg, batanî, xurek û amûrên paqijîyê hene ji bo Îdlîbîyên ku di konbajêran de dijîn şand û alîkarî li vê derê hatin belavkirin. Bi rastî jî li vê derê mexdûrîyeteke mezin heye. Me li vê derê alîkarî belav kir û kêfa wan anî.”

Şahîn Elîlçîyê Koordînatorê Kerwana Umudê jî derbarê xebatên wan ên alîkarîyê de destnîşan kir ew jî alîkarîyên cûrbecûr ji bo Îdlîbîyan kirine û dû re wisa bal kişand li ser mexdûrîyeta penaberan: “ Herî zêde zarok mexdûr dibin.Me doh dest bi belevkirina alîkarîyan kir û îro xebata me bi dawî bû. Me nêzî 4 TIR alîkarî belav kir.  Mexdûrîyet berdewam dikin. Lewra kesên ku divê ji wan re alîkarî bê kirin pir zêde ne.Em li benda alîkarîya xêrxwazan in. Xweda xêra wan kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be.”(ÎLKHA)



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir