Li Agirîyê êrîş li wesayîta Midûrtîya Gumrukê hat kirin: Birîndar hene
Êrîşa bi roket li herêma ku 3 kîlometreyan dûrî Serîyê Sînor a Gurbulaka li sînora Rojhilatê ye hat kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li du mîdîbusên ku personelên Midûrtîya Gunrukê vediguhastin hat kirin.
Ji ber êrîşa ku hat kirin roket îsabetî wesayîtekê kir û wesayîta din jî ji rê derket.
Di encama êrîşê de çend kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Piştî êrîşê li herêmê operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)