Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê Harîrçî bi coronavîrusê ket
Îrec Harîrçîyê Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê bi coronavîrusê ket.
Harîrçî derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Harîrçî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ez bi coronavîrusê ketim, test musbet derketin. Em ê muheqqeq coronavîrusê têk bibin.”(ÎLKHA)