Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 715 kesan
Hat diyarkirin heta îro 29 hezar û 745 kesên nexweş hatin dermankirin û ji xestê hatin derxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin dermankirina 77 hezar û 658 nexweşên ku bi coronavîrusê ketine li nexweşxanê berdewam dike û rewşa 10 hezar kesan giran e û hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 715 kesan.(ÎLKHA)