Li îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 7an
Hat ragihandin li îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 7an û heta niha bi 219 kesan re coronavîrus hat tespîtkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bergamoya bajêra li herêma Lombardîyayê 2 kesên din jî ji ber coronavîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên li Îtalyayê ji ber coronavîrusê mirin derket 7 kesan.
Ji ber coronavîrusê li Îtalyayê 10 bajêr hatine xistin karantînayê.(ÎLKHA)