• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Merzûq: Însanetî li dijî kirina mueameleya nebaş a li cesedên Filistînîyan bêdeng e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên terorîst doh serê şeveqê li rojhilata Xan Yunusê  li bajaroka Abasana Nû  êrîşî komek xortên Filistînî kirin.  Di encama êrîşa ku hat kirin de kesekî ku endamê Serîyyeyên Qudsê ya Cîhada Îslamî ye hat şehîdkirin  û kesek jî birîndar bû.

Di dîmenên ku ji cihê bûyerê hatin girtin de tê dîtin ku siyonîstên terorîst û îşxalker  bi buldozerê cenazeya Mislimanê Filistînî eciqandin û muameleyeke nebaş lê kirin.

Endamê Şaxa Sîyasî yê Hamasê Musa Ebû Merzuq derbarê wehşeta ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir û ji bûyerê bertek nîşan da.

Ebu Merzûq di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Însanetî li dijî kirina mueameleya nebaş a li cesedên Filistînîyan bêdeng e.”

Tugayên Qudsê jî derbarê mijarê de destnîşan kir, êrîşa ku li Xan Yunusê hat kirin bi şikleke eşkere wehşet û hovîtî ye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir