• DOLAR 34.629
  • EURO 36.342
  • ALTIN 2921.334
  • ...
Wezîrê Tenduristîyê: “Ji rêwîyên Îranî dê belgeya bi sihhetbûnê bê xwestin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îranê ji ber coronavîrusê heta niha 5 kes canê xwe ji dest dan û bi 18 kesan re jî coronavîrus hat tespîtkirin ku ji ber vê yekê li derîyên sînor ên di navbera Tirkîyê û Îranê de ji bo coronavîrusê tedbîr tên standin.

Derbarê tedbîrên ku tên standin de ji teref Fahrettin Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di navbera wî û Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê Saîd Nemekî de hevdîtineke ku seatek berdewam kir pêk hatiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Personelên me yên tenduristîyê 14 seatan li derîyên sînor wezîfe dikin. Ji doh êvarî vir ve ji temamê welatîyên ku ji Îranê tên berî kontrolkirina pasaportê belgeya ku tê de tê diyarkirin ew bi sihet in tê xwestin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir