Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 360 kesan
Hat diyarkirin heta îro 18 hezar û 264 kesên nexweş hatin dermankirin û ji xestê hatin derxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin dermankirina 75 hezar û 464 nexweşên ku bi coronavîrusê ketine li nexweşxanê berdewam dike û rewşa 12hezar kesan giran e û hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 360 kesan.(ÎLKHA)