Li Îranê hilbijartina Meclîsa Şuraya Îslamî ya 11emîn dest pê kir
Îro li Îranê ji bo hilbijartina Meclîsa Şuraya Îslamî ya 11emîn deng dayîn tê kirin.
Ji bo 290 parlementer bên hilbijartin ew ê li tevahîya welêt zêdetirî 57 milyon hilbijêr biçin sindoqan.
Ji bo namzedîya parlementerîyê 16 hezar û 33 kes serî lê dan kir, lê belê bes serîlêdana 7 hezar û 148 kes hat qebûlkirin. Li Îranê hilbijartina parlementerîyê serê 4 salan carekê tê kirin.
Ew ê ji bo Meclîsa Pîsporên Heyama 5emîn jî îro deng bê dayîn.(ÎLKHA)