Li Edenê pevçûna çekdarî: Yek jê giran 3 birîndar
Li Seyhana navçeya Edenê di pevçûna çekdarî ya ku derket de yek jê giran tevde 3 kes birîndar bûn. Derheqê bûyerê de 4 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Otogara Navendî ya Şaredarîya Bajara Mezin a Edenê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera 2 koman de pevçûn derket.
Di pevçûna ku derket de 3 kesên bi navê Z.A., F.A, û B.Î. birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa B.Î. giran e.(ÎLKHA)