Li Wêranşarê di navbera du malbatan de pevçûn: Mirîyek 13 birîndar
Li Wêranşara navçeya Rihayê di navbera du malbatan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de kesek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser Kolana Paşa Konagiya Taxa Golbaşiya Pirsûsê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera malbatên Karekeçî û Kelemderî de pevçûn derket.
Di encama pevçûna ku derket de 3 jê giran 14 kes birîndar bûn.
Kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê mudaxeleyan Celal S. li nexweşxanê canê xwe ji dest da.(ÎLKHA)