Neteweyên Yekbûyî: Li Îdlîbê çareserî bes agirbest e
Mark Lowcockê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê ji Alîkarên Rewîa Acîl û Alîkara Însanî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir qeyrana li bakurê Sûrîyê gelek mezin bûye û hişyarî li raya giştî kir.
![Neteweyên Yekbûyî: Li Îdlîbê çareserî bes agirbest e](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/HxMHzCIPPUep5U4fmhoKZXtNpvs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/08/neteweyen-yekbuyi-li-idlibe-careseri-bes-agirbest-e-2e173d71.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew di Çileya 2020î de kampa penaberan a Za’tarî ya ku li Urdunê ye û lê 76 hezar kes dimîne ziyaret kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Dayik ji bo zarokên wan germ bibin naylonan dişewitînin. Zarok û pitik ji ber sermayê dimirin.Ger Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û hêzên ku rayedar in menfeat û berjewendîyên xwe nedeynin alîyekî û pêşanî nedin jiyana însanan ew ê wê demê bagera kujende ya şerê wekaletê di sedsala 21emîn de bibe çîroka herî mezin a herî tirsnak. Li Îdlîbê çareserî bes agirbest e.”(ÎLKHA)