Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin bû hezar û 775 kesan
Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê destnîşan kir, hejmara kesên hatiye teşhîskirin bi wan re vîrus heye derketiye 71 hezar 326 kesan û ji van rewşa zêdetirî 4 hezar û 821 kesan giran e.
Li gorî lêkolîneke ku li Çînê hat kirin coronavîrus heta 24 rojan dibe ku xwe bi însanên ku pê ketine nîşan nede.
Tê diyarkirin di rojên dawî de bi hezar û 933 kesên din re jî coronavîrus hatiye tespîtkirin.
Li tevahîya welêt hejmarê kesên ku ji ber şipheya coronavîrusê di bin çavdêrîyê de ne derket li ser 158 hezar û 764 kesan.
Berî niha ji ber tehdîda coronavîrusê ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve rewşa acîl hatibû îlankirin.(ÎLKHA)